Hewlêr (Rûdaw) - Îro bihayê dolar ê li beramberî tumenê Îranê daket.
Bihayê dolar ê ku doh bi qasî 3 hezar û 900 tumenî daketibû, îro jî 500 tumenan daket.
Niha dolarekî Amerîkî bi 178 hezar û 150 tumenan tê kirîn û firotin.
Bihayê herî bilind û herî kêm
Di nava 24 demjimêrên dawî de, bihayê herî bilind ê dolar 184 hezar tumen bû.
