Hewlêr (Rûdaw) - Stokên petrola xav ên bazirganiyê yên Amerîkayê hefteya borî li gorî hefteya berê bi qasî 2 milyon û 300 hezar varîlan kêm bûn.
Birêvebiriya Agahdariya Enerjiyê ya Amerîkayê (EIA) eşkere kir ku stokên petrola xav ên bazirganiyê yên li Amerîkayê hefteya borî bi qasî 2 milyon û 300 hezar varîlî kêm bûne û daketine 457 milyon û 200 hezar varîlî.
Pêşbîniya bazarê ew bû ku stok bi qasî 3 milyon û 400 hezar varîlî kêm bibin.
Stokên petrola xav ên stratejîk jî 5 milyon û 200 hezar varîlî kêm bûn û daketin 392 milyon û 700 hezar varîlî.
Di vê heyamê de stokên benzînê yên Amerîkayê jî bi qasî 2 milyon û 500 hezar varîlî kêm bûn û wekî 219 milyon û 800 hezar varîlî hatin tomarkirin.
