Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê dolar ê li beramberî tumen di du rojên borî de daketibû lê îro ducare berê bihayê dolar li bilindbûnê ye.
Doh bihayê dolar 500 tumenan daketibû lê îro 1900 tumenan bilind bû û dolarek bi 181 hezar tumenan tê firotin.
Di nava 24 saetên dawî de asta herî bilind a bihayê dolar 181 hezar û 100 tumen û asta herî kêm jî 177 hezar û 700 tumen bûye.
