Hewlêr (Rûdaw) - Hunermenda operayê ya Kurd a navdar Pervîn Chakarê dê li bajarê Bremenê yê Almanyayê konserekê li dar bixe.
Konsera Sopranoya navdar Pervîn Chakarê dê 24ê Nîsana 2026an demjimêr 20:00an li salona Die Glockeyê were lidarxistin.
Piyanîst Felice Venanzoni dê di vê konserê de bi piyenoya xwe hevrêtiya Pervîn Chakarê bike.
Di bernameya konserê de berhemên hunermendên navdar ên cîhanî yên wekî Giacomo Puccini, Vincenzo Bellini, Wolfgang Amadeus Mozart û Emmerich Kálmán hene.
Her wiha dê stranên Kurdî jî di vê konserê de ji bo hunerhezan werin pêşkêşkirin.
