Hewlêr (Rûdaw) - Weşanxaneya Avestayê du pirtûkên çîrokan ên nivîskarê Kurd ê serdema Sovyetê Babayê Keleş çap kirin.
Her du berhevokên bi navên "Serhatî" û "Nîşanî" piştî bi salan gihîştin ber destê xwîneran.
"Serhatî": Pirtûka ku ji ber rexnekirina pergalê hatibû qedexekirin
Pirtûka "Serhatî" ji aliyê Prîskê Mihoyî ve hatiye amadekirin û ji 176 rûpel û 14 çîrokan pêk tê.
Babayê Keleş yek ji nivîskarên navdar ên dewra Yekîtiya Sovyetê bû.
Lê belê di wê serdemê de destûra weşanê nedan pirtûka wî ya "Serhatî"yê.
Sedema sereke ya vê qedexeyê ew bû ku naveroka çîrokan li dijî îdeolojiya sosyalîzmê dihat dîtin.
Nivîskar di berhema xwe de pergal rexne dikir, bêçaretiya ferdan radixist ber çavan û leşker û karmendên dewletê bi awayekî neyînî teswîr dikirin.
Pirtûk bi Kurmanciyeke xurt û dewlemend a herêma Serhedê hatiye nivîsandin.
Babayê Keleş di van çîrokan de li ser nakokiyên wekî "rastî û derew, guman û bawerî û xapînok" ên jiyanê hûr dibe.
Ew mîna hostayê realîzma exlaqî yê Rûs Tolstoy, kûrahiya hestên mirovan vedikole û bi karakterên dewlemend rasteqîniya civaka Kurd radixe ser kaxezê.
