Hewlêr (Rûdaw) - Koleksiyona Kurdî ya Alexandre Jaba ku mînakeke wê sala 2013an ji Rûsyayê bi serperiştiya Prof. Dr. Kadrî Yildirim ji bo Pirtûkxaneya Beşa Kurdolojiyê ya Zanîngeha Artukluyê ya Mêrdînê hatibû anîn, ji aliyê Wezareta Çandê ya Tirkiyê ve hat çapkirin.
Arşîva koleksiyona Kurdî ya Alexandre Jaba ku di navbera salên 1848 û 1866an de li Bakurê Kurdistanê hatibûye komkirin, sala 2013an di encama xebata Beşa Kurdolojiyê ya Zanîngeha Artukluyê ya Mêrdînê hatibû anîn û di Pirtûkxaneya Beşa Kurdolojiyê de cih girtibû.
Daxuyaniya Gulşen Orhanê
Serşêwirmenda Serokkomarê Tirkiyeyê Gulşen Orhanê doh li ser hesabê xwe yê Xê ragihand ku koleksiyona Alexandre Jaba ya arşîva herî girîng a berhemên klasîk ên Kurdî ji aliyê Wezareta Çandê ve hatiye weşandin.
Serşêwirmenda Serokkomarê Tirkiyeyê Gulşen Orhanê got:
“Ev arşîva ku berhem û destnivîsên klasîk ên Kurdî yên biqîmet dihewîne, encama hewldaneke hevkariyeke demdirêj a di navbera me û profesorên Beşa Ziman û Çanda Kurdî ya Zanîngeha Artukluyê ya Mêrdînê de ye.”
Şêwirmenda Erdogan diyar kir ku koleksiyon wekî 15 bergan hatiye weşandin û bi tevahî 69 nusxeyên destnivîsan dihewîne ku ji 39 berhemên cuda pêk tên.
