Hewlêr (Rûdaw) - Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji bo 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî bernameyeke berfireh eşkere kir.
Di çarçoveya bernameyê de dê gelek çalakî bên kirin û ev çalakî dê 10, 15 û 17ê Gulanê werin lidarxistin.
Daîreya Çand û Karên Civakî ya Şaredariyê ji bo Cejna Zimanê Kurdî amadehiyên xwe temam kirin.
Di vê çarçoveyê de dê çalakiyên curbicur ên wekî bez, şano û şahiya zarokan werin lidarxistin.
"Em ji bo zimanê dayîkê dibezin"
Çalakiya yekem a bernameyê dê 10ê Gulanê bê lidarxistin.
Ev roj di heman demê de Roja Dayîkan e.
Bi vê boneyê dê beza bi navê "Em ji bo zimanê dayîkê dibezin" were organîzekirin.
Beşdarên çalakiyê dê saet 10:00an kom bibin.
Beza ziman dê saet 11:00an dest pê bike û di navbera Sumerpark û Meydana Deriyê Çiyê de bê kirin.
