Hewlêr (Rûdaw) - Weşanxaneya Lîsê 8 pirtûkên giranbiha yên Kurdî çap kirin.
Ev berhemên nû li wêjeya Kurdî hatin zêdekirin û niha li ber destê xwîneran in.
Di nav van berheman de ji romanê bigire heta dîwan, helbest, rexne û çîrokan gelek cureyên wêjeyî hene.
Berhemên klasîk ên wekî Dîwana Feqiyê Teyran, Mem û Zîna Mele Mehmûdê Bazîdî û Hevalê Çak a Osman Sebrî jî di nava vê xebatê de cih digirin.
Berhemeke bêhempa: Dîwana Feqiyê Teyran
Yek ji berhemên herî girîng ên vê xebatê Dîwana Feqiyê Teyran e. Ev dîwana klasîk ji aliyê Seîd Dêreşî ve hatiye amadekirin.
Edîtoriya pirtûkê Kawa Nemir kiriye û Dewlet Elî jî berhem ji tîpên Erebî veguhastiye tîpên Latînî. Pirtûk ji 608 rûpelan pêk tê.
Lêkolîner Seîd Dêreşî zêdetirî 10 salan li ser vê dîwanê xebitiye û xwe gihandiye zêdetirî 80 destxetan.
Ev berhema kamil dê valahiyeke mezin a di vî warî de dagire û çewtiyên li ser berhemên Feqiyê Teyran ji holê rake.
Di pirtûkê de ferhengeke berfireh, 2409 têbînî û lîsteya jêderan jî hene.

Mem û Zîn bi pexşanî
Berhemeke din a klasîk Mem û Zîn e. Lê ev Mem û Zîn ji aliyê Mele Mehmûdê Bazîdî ve bi awayekî pexşanî hatiye nivîsandin.
Mele Mehmûdê Bazîdî di bin bandora Ehmedê Xanî de maye.
Wî berhema nemir a Xanî di qalibekî nû yê pexşanî de ro kiriye.
Ev pirtûk 80 rûpel e û bi zimanekî efsûnî xwîneran dibe nava deryaya Kurdî.

Ji pênûsa Osman Sebrî: Hevalê Çak
Pirtûka bi navê “Hevalê Çak” ji hemû berhemên nivîskarê Kurd ê mezin Osman Sebrî pêk tê. Pirtûk 284 rûpel e.
Osman Sebrî di vê berhema xwe de hinek çîrokên gelêrî ji nû ve nivîsandine.
Ew bi pênûseke tûj û rewan behsa dîroka Kurdistanê û babetên Kurdewar dike.






