Hewlêr (Rûdaw) - Hunermendê ji Dêrsimê Mîkaîl
Aslan ragihand ku ji ber qerebalixiya bernameyê û guherînên di organîzasyonê
de, ew dê konsera xwe ya li Amedê li derve pêk bîne.
Hat eşkerekirin ku dê ev konser ji bo xelkê bê pere be.
Mîkaîl Aslan da zanîn ku destpêkê dema konserê wekî 15ê
Gulanê li Navenda Çandê ya Sezai Karakoç a Amedê hatibû plankirin lê ji ber
çalakiyên Cejna Zimanê Kurdî yên di heman rojê de, dema konserê guherî ye.
Mîkaîl Aslan li ser pêvajoya organîzasyonê daxuyaniyek da.
Wî diyar kir ku ji ber hinek astengiyan, ji wan re hatiye
gotin ku ew çalakiyên ku di çarçoveya Cejna Zimanê Kurdî de hatibûn plankirin
pêk nayên.
Konsera li derve û bê pere
Mîkaîl Aslan di daxuyaniya xwe de wiha got:
“Ji ber van pêvajoyên bipaşxistin û betalkirinê em li
hemberî gel û guhdarên xwe yên hêja gelekî mehcup bûne û em lêborîna xwe
dixwazin.
