Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf got ku Amerîkayê hîn jî hêvî heye ku bi rêya zextên aborî û leşkerî Tehranê neçarî teslîmbûnê bike.
Qalîbaf her wiha diyar kir ku hêzên wan ên çekdar ji bo bersivdana her êrişê di amadebaşiya herî bilind de ne.
Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf ji bo welatiyan peyameke bi deng belav kir.
Qalîbaf got, "Her çi qas li eniyên şer agirbest hebe jî dijmin li pey destpêkirina xuleke nû ya şer digere û di heman demê de zextên aborî û siyasî dixe ser me."
Qalîbaf amaje bi wê yekê kir ku Îran di nav "şerê îradeyan" de ye û got:
"Dijmin şerekî giran bi ser Îrana me ya ezîz de sepandiye. Kî di vî şerî de bi ser bikeve, ew dê dîroka Îranê binivîse û paşeroja welêt diyar bike."
Zextên li ser qada dîplomasiyê
Serokê Parlamentoyê di wê baweriyê de ye ku aliyên neyar dixwazin bi çêkirina zextan Îranê neçar bikin ku di qada dîplomasiyê de bi erênî bersivê bide "zêdegaviyên" wan.
