Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Îraqê Elî Falih Zeydî ji Mesrûr Barzanê re got, "Armanca me çareserkirina pirsgirêkan e û ew e ku em bigihîjin peymanekê."
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Bexdayê ye.
Mesrûr Barzanî di çarçoveya serdana xwe de, bi Serokwezîrê Îraqê Elî Falih Zeydî re civiya.
"Divê em pirsgirêkan li ser bingeha destûrê çareser bikin"
Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî ji ber destbikarkirina wî pîrozbahî li Serokwezîrê Îraqê kir.
Mesrûr Barzanî piştgiriya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya ji bo biserketina hikûmeta wî anî zimên.
Mesrûr Barzanî ragihand ku ew piştgiriyê didin hikûmeta nû da ku bêyî cudakariyê xizmeta hemû pêkhate û welatiyên Îraqê bike.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tekezî li ser çareserkirina pirsgirêkên navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal kir.
