Hewlêr (Rûdaw) - Di roja pêncem a destpêkirina şer de, hêzên Amerîka û Îsraîlê bombebarankirina baregehên leşkerî û ewlehiyê yên Îranê li deverên cuda yên wî welatî berdewam kirin.
Êrişên herî zêde li ser Tehran û derdora wê bûn. Wezareta Tenduristiyê ya Îranê amara birîndaran belav kir, Dezgeha Şehîd û Astengdarên Îranê jî diyar kir ku heta niha 1,046 kesên ku di êrişên Îsraîl û Amerîkayê de hatine kuştin, hatine binaxkirin.
Nêzîkî saet 20:00ê şeva pêleke din a bombebarankirina baregeh û dezgehên ewlehî û leşkerî yên Komara Îslamî ya Îranê ji aliyê Amerîka û Îsraîlê ve dest pê kir.
Li Rojhilatê Kurdistanê, ji şeva çarşemê heta niha li Xurremabad, Merîwan, Bokan û Seqizê êrişî baregehên ewlehî û leşkerî hat kirin.
Li gorî zanyariyan, şeva çarşemê li Tehran, Bender Ebas, Tebrîz û Yezdê gelek armanc hatin bombebarankirin.
Ji saet 20:30î (bi dema Hewlêrê) ve, careke din sîstema parastina asmanî li paytexta Îranê çalak bû û firoke li ser asmanê bajêr geriyan.
Medyaya Îranê diyar dike ku çend dever li bakur û başûrê rojavayê Tehranê hatine bombebarankirin û dengê teqînên bihêz ji cihên hatine lêdan hatine bihîstin.
Roja çarşemê li Tehranê, gelek armanc li bajaroka Bûrûcerdî, taxa Efseriye û bilindahiyên rojhilatê Tehranê hatin bombebarankirin.
Li derdora taxa Tehranparsê ya li rojhilatê Tehranê, yekeyeke pîşesaziyê bû armanc. Di medyaya civakî de hatiye belavkirin ku ew kargeheke çêkirina mûşekan bûye.
Her wiha hatiye belavkirin ku baregeheke mezin a polîsan li Cadeya Kargerê ya nêzîkî Qada Inqilabê hatiye bombebarankirin û tê gotin ku bi temamî xera bûye, lê ev yek bi awayekî fermî nehatiye piştrastkirin.
Artêşa Îsraîlê ragihand, wan çend armancên leşkerî li Balafirxaneya Mêhrabadê û komelgeha leşkerî ya Parçîn a li rojhilatê Tehranê bombebaran kirine.
