Hewlêr (Rûdaw) - Konseya Rêbertiya Demkî ya Îranê ji bo diyarkirina bernameya hilbijartina rêberê nû cara 4an civiya.
Li gorî televizyona dewletê ya Îranê, Sekreterê Giştî yê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî Elî Larîcanî jî beşdarî civînê bûye da ku agahiyan li ser rûdanên dawî bide.
Di civîna çarem a Konseya Rêbertiya Demkî de, ji bo hilbijartina rêber civandina Meclisa Pisporan û danasîna rêberê paşerojê hatin plankirin.
Pêvajoya Destûrî
Li gorî Madeya 111an a Destûra Îranê, di rewşa mirin, îstifa yan dûrxistina rêber de Meclisa Pisporan neçar e ku di demeke herî kurt de rêberê nû diyar bike û ragihîne.
Heta ku rêberê nû tê diyarkirin, konseyeke ku ji sê kesan (Serokkomar, Serokê Desteya Dadweriyê û endamekî Konseya Parêzvanên Destûrê yê ku Konseya Teşxîsa Berjewendiya Nizamê hildibijêre) pêk tê, bi awayekî demkî erkên rêberiyê bi cih tîne.
