Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Tenduristiyê ya Îranê amarên hûrgilî yên qurbaniyên hefteya yekem a şer belav kirin.
Di şer de gelek jin û zarok bûne qurbanî.
Her wiha li parêzgeha Elburzê jî êrişî depoyeke petrolê hat kirin û kuştî û birîndar hene.
Li gorî daxuyaniya fermî ya Wezareta Tenduristiyê ya Îranê, di hefteya yekem a şer de 198 jin hatine kuştin û hezar û 44 jin jî birîndar bûne.
Wezareta Tenduristiyê ya Îranê amaje pê kir, temenê 190 kesên ku hatine kuştin di bin 18 saliyê de ye û ji wan jî 6 zarok di bin 5 salî de ne.
Li gorî daxuyaniya wezaretê, kuştiya herî biçûk zarokeke 8 mehî ye û yê herî bi temen jî zilamekî 88 salî ye.
