Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî ragihand ku ew rê nadin ti alî û welatî ku destwerdanê di karûbarên diyarkirina Rêberê Bilind ê Îranê de bike.
Eraqçî diyar kir ku wan di şerê 12 rojan de ji bo nîşandana niyeta baş agirbest qebûl kiriye lê "vê carê rewş cuda ye."
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî di hevpeyvînekê de li gel medyaya Amerîkayê bersiva pirsa "Niha kî Îranê bi rê ve dibe?" da.
Eraqçî got, "Parlamento, hikûmet û wezaret karên xwe didomînin."
"Kes nizane dê kî bibe Rêber"
Ebas Eraqçî derbarê diyarkirina Rêberê Bilind ê nû yê welatê xwe de wiha axivî:
"Kes nizane dê kî bibe Rêberê Bilind ê nû yê Îranê. Meclisa Pisporan kî hilbijêre, ew dê bibe Rêber.
Em rê nadin kesî ku destwerdanê di mijara diyarkirina Rêberê Bilind ê nû yê Îranê de bike."
Amerîka û Îsraîlê 28ê Sibatê êrişî Îranê kir û piştre Îranê jî bi mûşek û dronan êrişî Îsraîl, Herêma Kurdistanê û welatên Kendavê kir.
Li gorî gotina Serokê Amerîkayê Donald Trump, di şer de Rêberê Bilind ê Îranê Elî Xamineyî û 48 serkirdeyên din ên wî welatî hatine kuştin.
Eraqçî: Em xwe teslîm nakin
Wezîrê Karên Derve yê Îranê li ser gotinên Trump ên ku daxwaza "teslîmbûna bê şert û merc" a Îranê kiribû got:
"Serok Trump çend caran amaje bi wê yekê kiriye ku divê em bê şert û merc xwe teslîm bikin lê em vê nakin û em dê parastina xwe bikin."
Eraqçî bi bîr anî ku wan "cara borî ji bo nîşandana niyeta baş agirbest qebûl kiribû" lê destnîşan kir ku "vê carê rewş cuda ye."
Mebesta Eraqçî ji "cara borî", şerê 12 rojan ê welatê wî û Îsraîlê bû ku hezîrana borî qewimîbû.
Wê demê jî destpêkê Îsraîlê êrişî Îranê kiribû û piştre Îranê bersiv dabû.
