Hewlêr (Rûdaw) - Ajansa nûçeyan a Farsê ya Îranê ragihand ku şerê çekdarî û êrişên bi dronan li çend xalên kontrolê yên li Tehranê diqewimin kir.
Li gorî nûçeyê di êrişan de hinek endamên hêzên ewlehiyê hatine kuştin.
Ajansa Farsê û çend medyaya din ên nêzîkî Supaya Pasdaran belav kirin ku "çend çavkaniyên agahdar" piştrast kirine ku li hin deverên Tehranê şerê çekdarî rû daye û bi dronan êrişî çend xalên kontrolê yên hêzên ewlehiyê yên wî welatî hatiye kirin.
Cihên ku hatin armanckirin
Li gorî zanyariyan, êriş li ser xalên kontrolê yên li herêma 14 (Mehellatî), 15 (li hemberî benzînxaneya Haşimawe), 16 (Kolana Fedayiyanê Îslam) û navçeya 1 (dawiya Meydana Erteş) ên Tehranê hatine kirin.
