Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî diyar kir ku Rêberê nû yê Îranê Mucteba Xamineyî "birîndar e lê baş e.”
Beqayî ji rojnameya tîraja wê bilind a Îtalyayê "Corriere della Sera" re derbarê êrişên ku Amerîka û Îsraîlê di 28ê Sibatê de dabûn destpêkirin û geşedanên têkildarî wê de daxuyanî da.
Beqayî êrişa Amerîka û Îsraîlê wekî "şermezarker" bi nav kir û diyar kir ku dema gera 3yemîn a dan û standinên nukleerî yên li bajarê Cenevre yê Swîsreyê temam kiribûn, piştî Hezîrana 2025an ji bo cara duyemîn e ku pêvajoya dîplomatîk tê xiyanetkirin.
Li ser pirsa "Rewşa Rêberê nû yê Îranê Mucteba Xamineyî çawa ye?" Beqayî got, "Birîndar e lê baş e. Ez nizanim wê kengî axaftina xwe ya ewil bike.
Ji bo rêberiyê 3 an 4 nav hebûn lê piraniya Encumena Pisporan li gorî destûrê ew hilbijart."
Beqayî êrişa ser dibistana keçan a li bajarê Mînabê yê Îranê bibîr xist û got:
"Li Mînabê komkujiyek kirin. Du mûşekên Tomahawk bikar anîn. Armanc tenê ew bû ku hejmareke zêde ya sivîlan bimirin.
Wan nêzîkî 170 kesên bêguneh ku piraniya wan zarok bûn kuştin. Em kêfxweş in ku Serokwezîra Îtalyayê Giorgia Meloni êriş şermezar kir."
