Hewlêr (Rûdaw) - Di roja 14an a şerê Amerîka û Îsraîlê li gel Komara Îslamî ya Îranê de, zêdetirî 100 cih li nav bajêr û derdora Tehranê hatin bombebarankirin.
Ji berê sibeha înê heta nîvê şevê, balafir û mûşekan li zêdetirî 30 cihên Tehranê êrişî armancan kir.
Li gorî daxuyaniya Supaya Pasdaran a Îranê doh 5 dronên Îsraîl û Amerîkayê ji aliyê pergala parastina asmanî ya Îranê ve hatin xistin.
Li gorî wê daxuyaniyê, ji destpêka şer ve heta niha 114 dronên Amerîka û Îsraîlê ji aliyê pergala parastina asmanî ya Îranê ve hatine xistin.
Her wiha doh, Îran û komên "Berxwedana Îslamî" yên girêdayî Îranê li Îraq, Îmarat, Behrên, Qeter, Uman, Erebistana Siûdî û Herêma Kurdistan êrişî gelek cihan kirin.
Tehran
Di navbera saet 03:00 û 06:00 berê sibeha înê de, li gelek tax û kolanên Tehranê (Eraqî, Lewasan, Wehîd, Seyîdxendan, Mûnîriyye, Merzdaran, Yûsif Abad, Zehferanîye, Ebûzer, Perestar, Dewletxa, Canbazan, Sohrewerdî, Pasdaran, Kolana Pêncê ya Pîrozî, Înqilab, Tehran Ser, Dewlet Abad, Felah, Behar, Fatimî, Kargera Şûmalî, Şehriyar, Setarxan, Nazî Abad, Saadet Abad) bi dehan cih hatin bombebarankirin.
Ew kesên ku nûçe û vîdeoyên bombebaranan belav kirine, diyar dikin ku hinek armanc 3 heta 4 caran hatine bombebarankirin.
Her wiha dengê teqînan li gorî rojên borî bilindtir bûye. Di heman demê de, êrişî çend armancan li derdora Balafirgeha Mehrabad a Tehranê hat kirin.
Nîvroja înê, li devera Xaweran a Tehranê, nêzîkî merasîma binaxkirina heşt kesan ji hêzên kuştî yên Îranê, dronêk teqiya.
Her wiha li hemberî stadyuma Azadî ya Tehranê, cihekî ku dihate gotin baregeha hêza taybet a polîsan bû, hate armanckirin.
Roja înê, li nav bajarê Tehranê li Çarxerêya Welî Esr û her wiha nêzîkî cihê meşa Roja Qudsê ya li Tehranê, çend teqînan li Kolana Fatimî û nêzîkî avahiya Wezareta Karên Navxwe ya Îranê rû dan.
Şeva înê jî careke din bi balafiran êrişî Tehran û bajarên derdora wê hat kirin.
Li gorî zanyariyên belavbûyî, gelek cih li taxên Çîtger, Gîşa, Eqdesiye, Newab, Setarxan, Nîyeweran, Ekbatan, Lewîzan, Şehreka Xerab, Saadet Abad, Mûnîriye, Nowbunyad, Hekîmiye û Mehrabad û her wiha li devera Lewasan a Şemîranatê hatin bombebarankirin.
Medyayê belav kir ku avahiyên Wezareta Parastinê ya Îranê, her wiha xala sereke ya polîsê trafîkê ya Tehranê ber bi Kerecê ve di nav cihên bombebarankirî de ne.
Derdora Tehranê
Şeva înê, li çend cihên rojavayê bajarê Kerecê, bajarê Mehrşehr ê parêzgeha Elborzê û Îslamşehrê yê parêzgeha Tehranê jî çend cih hatin armanckirin.
Navendên pergala parastina asmanî û her wiha Navenda Pîşesazîya Leşkerî ya li Parçînê jî hatine armanckirin.
Çend depoyên li devera Tûrxuzabad a li bajarê Reyê ya Tehranê hatin bombebarankirin.
Îsraîl sala 2018an ragihand ku li depoyên wê deverê gelek belgeyên taybet bi bernameya atomî ya Îranê bi dest xistibû û ew ji Îranê derxistibû derve.
Her wiha li devera Feşafûyeya Hesenabad a li bajarê Rey ê Tehranê, çend armanc hatin bombebarankirin.
Niştecihên deverê ji medyayan re got ku piştî bombebaranê, çend teqînên bi hêz rû dane.
Navenda polîsê rêyên bajarê Qerçekê ya Tehranê jî nîvroya înê hate bombebarankirin.
Li başûrê rojavayê Tehranê jî, nêzîkî qeymeqamtiya bajarê Beharistanê hate armanckirin.
Li nav bajarê Şehrê Reyê yê Tehranê jî, nîvroya înê armanceke nêzîkî qeymeqamtiya bajêr hate bombebarankirin.
