Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî got ku rewşa navxweyî ya welatê wan aram e.
Wî ew gotegot jî red kirin ku qala nebaşbûna tenduristiya Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Mucteba Xamineyî dikin.
Eraqçî tekez kir ku rewş bi temamî di bin kontrola wan de ye.
Ebas Eraqçî ragihand ku tenduristiya Mucteba Xamineyî gelekî baş e û birêvebirina rewşê di destê wî de ye.
Wezîrê Karên Derve yê Îranê amaje bi wê yekê jî kir ku Tehran amade ye komîteyeke hevbeş bi welatên herêmê re pêk bîne.
Ev komîte dê ji bo lêkolînkirina li ser êrişên dawiyê û zelalkirina wan armancên ku hatine lêdan bixebite.
Eraqçî îdia kir ku operasyonên leşkerî yên Îranê tenê baregeh û berjewendiyên Amerîkayê yên li herêmê dikin hedef.
Wî anî ziman ku heta niha ti cihên sivîl yan jî niştecihbûnê li welatên cîran ji aliyê Îranê ve nehatiye armancgirtin.
Wezîrê Karên Derve yê Îranê îdia kir ku Amerîkayê droneke wekî dronên "Şahid"ê yên Îranê bi navê "Lucas"ê çêkiriye.
Bi gotina Ereqçî ew dron ji aliyê dîzayn û karkirinê ve gelekî dişibe modela Îranî û di êrişên li ser çend welatên Ereban de hatiye bikaranîn.
