Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Supaya Pasdaran a Îranê Mihemed Elî Naînî ragihand ku wan heta niha bi nêzîkî 700 mûşek û 3 hezar û 600 dronan êrişî Îsraîl û baregehên Amerîkayê kiriye.
Mihemed Elî Naînî ji televîzyona dewletê ya Îranê re axivî û derbarê êrişan zanyarî dan.
Naînî li ser hejmara êrişan got, "Me heta niha nêzîkî 700 mûşek û 3 hezar û 600 dronan avêtine hedefên Îsraîl û bargehên Amrîkayê."
