Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Pasdaran a Îranê piştrast kir ku Fermandarê Hêzên Besîcê yê Îranê Xulamreza Silêmanî hatiye kuştin.
Artêşa Pasdaran a Komara Îslamî ya Îranê îşev derbarê kuştina Fermandarê Hêzên Besîcê yê Îranê Xulamreza Silêmanî daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
“Vî serdarê serbilind û mezin ê Îslamê, ji parastina pîroz a 8 salan heta îro xizmeteke mucahidî kir.
Bi taybetî di salên serokatiya xwe ya Rêxistina Besîcê de, di bipêşxistina rêxistina cîhadî ya Besîcê de xwedî roleke rêberî û bêhempa bû.”
“Teroreke nemêrane ye”
Artêşa Pasdaran di daxuyaniya xwe de piştrast kir ku Xulamreza Silêmanî hatiye kuştin û got:
