Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Saziya Hawarçûnê ya Îranê Cefer Mîadfer ragihand ku di dema pîrozbahiyên Çarşema Sor ên li seranserê welêt de 945 kes birîndar bûne û 2 kes jî mirine.
Cefer Mîadfer bîlançoya mirî û birîndaran a pîrozbahiyên îsal ên “Çarşema Sor” parve kir.
Wî destnîşan kir ku ji ber şerê berdewam û hişyariyên ewlehiyê, windahî li gorî par bi rêjeyeke berbiçav kêm bûne.
Her du mirî jî li parêzgeha Farsê ne
Cefer Mîadfer îro di daxuyaniyekê de ragihand ku di pîrozbahiyên li seranserê welêt de 945 kes birîndar bûne û 2 kes jî mirine.
Mîadfer diyar kir ku her du kes jî li parêzgeha Farsê mirine.
Li gorî amarên fermî, windahiyên canî yên di pîrozbahiyên îsal de li gorî par ji sedî 90 kêm bûne.
Her wiha bûyerên birîndarbûnê jî ji sedî 70 kêm bûne.
Rewşa birîndaran
Mîadfer hûrgiliyên li ser rewşa 945 birîndarên ku rakirine nexweşxaneyan parve kirin.
