Hewlêr (Rûdaw) - Rêberê Komara Îslamî ya Îranê Mucteba Xamineyî di peyamekê de sersaxî li malbata Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Niştimanî ya Îranê Elî Larîcanî kir.
Mucteba Xamineyî her wiha got ku kujerên wî "dê di demeke nêz de bacê bidin."
Rêberê nû yê Îranê Mucteba Xamineyî peyamek belav kir.
Mucteba Xamineyî di peyamê got, "Bi xemgîniyeke mezin min nûçeya şehîdketina Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Niştimanî Dr. Elî Larîcanî, kurê wî û çend hevkarên wî wergirt."
"Kesayetiyekî zana û dûrbîn bû"
Rêberê Îranê di peyama xwe de pesnê Larîcanî da û got:
"Kesayetekî zana, dûrbîn, zîrek û pêbend bû ku xwedî ezmûneke zêde di warên cuda yên siyasî, leşkerî, ewlehî û çandî de bû.
Wî pênc deh salan roleke diyarker di saziyên Komara Îslamî de lîst."
Mucteba Xamineyî kuştina Larîcanî wekî "teror" bi nav kir û gefa tolhildanê xwar û got:
