Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Supaya Pasdaran a Îranê Elî Mihemed Naînî got, “Dema ku dijmin nema dê ev şer biqede.”
Naînî li dijî daxuyaniya Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ya ku digot "Îran êdî nikare mûşekên balîstîk hilberîne " derket.
Naînî ji rojnameya "IRAN"ê ya dewletê re axivî û îdiayên derbarê kapasîteya mûşekan a welêt red kirin.
Berdevkê Supaya Pasdaran diyar kir ku ew mûşekan çêdikin û got:
“Di şert û mercên şer de jî em mûşekan hildiberînin. Ev rewşeke sosret e û di warê stokkirinê de jî ti pirsgirêka taybet nîne."
“Heta ku dijmin bi temamî têk biçe...”
Naînî di daxuyaniya xwe de derbarê berdewamiya şer de jî îfadeyên balkêş bi kar anîn.
