Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Kalîbaf ragihand ku li cîhanê cara ewil welatî wan li balafira F-35 xist.
"F-35 sembola quretiyê bû"
Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Kalîbaf îro li ser platforma medyaya civakî Xê li ser xistina balafir şer a F-35 a Amerîkayê daxuyanî da.
Baqir Kalîbaf diyar kir ku Amerîka F-35 wekî semboleke "têkçûnneker" dibîne.
Wî îdia kir ku ew bi ser ketine û wan ew balafir xistiye.
Kalîbaf di parvekirina xwe de wiha got:
"F-35 ne tenê balafireke şer bû. Ew abîdeya têkçûnnekerî û quretiya artêşa Amerîkayê bû.
Dihat îdiakirin ku ti çav nikare wê bibîne û ew li ser hemû hêzan re ye, yanî semboleke îlahî bû.
Lê belê destê Xwedê di ser destên wan re ye."
Medyaya Îranê ji doh ve nûçeyan belav dike.
Di nûçeyan de tê gotin ku di nava sînorên welêt de balafireke şer a Amerîkayê hatiye xistin.
