Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Enerjiya Atomî ya Îranê ragihand ku hêzên Amerîka û Îsraîlê êrişî Saziya Atomê ya Netenzê kiriye.
Netenz navenda sereke ya dewlemendkirina uranyumê ya Îranê ye.
Saziya Enerjiya Atomê ya Îranê li ser êrişê daxuyaniyek da.
Saziyê di daxuyaniyê de got:
"Di berdewamiya êrişên tawankarî yên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û rejîma siyonîst a dagirker a li ser welatê me de, îro serê sibehê tesîsa dewlemendikina uranyumê ya Netenzê hat armanckirin."
Saziya Enerjiyê Atomî ya Îranê dide zanîn ku tevî êrişê jî heta niha "ti rijîna madeyên radyasyonê" li herêmê nehatiye tomarkirin.
