Hewlêr (Rûdaw) - Medyaya fermî ya Îranê ragihand ku Seyîd Mecîd Îbn Riza wekî Wekîlê Wezîrê Parastinê yê Îranê hatiye diyarkirin û cihê Ezîz Nesîrzade digire.
Di destpêka êrişên Amerîka û Îsraîlê yên li ser Îranê de, Wezîrê Parastinê yê Îranê Ezîz Nesîrzade di nav wan berpirs û fermandaran de bû ku hatibûn kuştin.
Medyaya fermî ya Îranê îro ragihand ku fermandarê artêşê Seyîd Mecîd Îbn Riza bi awayê fermî wekî Wekîlê Wezareta Parastinê ya Komara Îslamî ya Îranê dest bi kar kiriye.
Pêwendiya bi Tirkiyeyê re û gefa tolhildanê
Wezareta Parastinê ya Îranê di daxuyaniya xwe ya yekem a piştî destbikarûna wekîlê nû de eşkere kir ku Serdar Îbn Riza bi hevtayê xwe yê Tirkiyeyê re pêwendiyeke telefonî pêk aniye.
Hat diyarkirin ku wan di hevdîtina xwe de behsa rewşa ewlehiyê ya herêmê kiriye.
Îbn Riza di peyama xwe ya yekem de gefa tolhildanê xwar.
Wî ragihand, "Komara Îslamî dê cezakirina destdirêjkeran bidomîne."
