Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarê Hêza Qudsê ya Supaya Pasdaran a Îranê Îsmaîl Qaanî ragihand ku li herêmê rewşeke nû derketiye hol û got, “Îsraîl di pêkanîna xewnên xwe yên ewlehiyê de têk çûye.”
Îsmaîl Qaani her wiha got, "Niha odeyeke hevbeş a şer a Eniya Berxwedanê heye."
"Xwe li gorî rewşa nû biguncînin"
Îsmaîl Qaani di peyama xwe de berê xwe da aliyên herêmî û navneteweyî û got:
"Pêwîst e hûn xwe li gorî rewşa nû ya herêmê biguncînin û hînî wê bibin."
"Xewna Netanyahu pêk nehat"
Fermandarê Hêza Qudsê bal kişand ser Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu û da zanîn ku wî xewna berfirehkirina "kembera ewlehiyê" ya li herêmê didît.
