Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Baregeha Navendî ya Xatemul Enbiyayê Îbrahîm Zulfiqarî got, “Amerîka û Îsraîlê di nirxandina hêza me de şaşitiyeke stratejîk kir.”
Wî her wiha got ku ew dê piyên her kesên ku bixwaze êrişî axa Îranê bike, bibirin.
Berdevkê Baregeha Navendî ya Xatemul Enbiyayê (navenda herî bilind a fermandariya leşkerî ya li Îranê) Îbrahîm Zulfiqarî got:
“Nirxandinên şaş ên Serokê Amerîkayê û serkirdeyên tawanbar ên rejîma siyonîst, bûn sedem ku ew hêzên Îranê şaş binirxînin.
Wan neteweya qehreman û hêzên çekdar bi pîvanên xwe yên madî û dinyayî nirxand."
Li gorî wî berpirsê leşkerî yê Îranê, amadebûna xelkê ya li kolanan û berxwedana hêzên çekdar a li qada şer, ji bo dijminên welatî wî tiştekî neçaverêkirî bû.
