Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî ragihand ku hêzên wan ên çekdar ji bo her îhtimalekê di nava amadehiyê de ne.
Beqayî her wiha hişyarî da ku êrişên Amerîka û Îsraîlê ewlehiya herêmê û aboriya cîhanê dixin metirsiyê.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî di civîneke rojnamegeriyê de li ser şerê ku li herêmê gur dibe û bandorên şer ên cîhanî axivî.
Îsmaîl Beqayî got ku sedema sereke ya aloziya heyî ya li cîhanê, "helwesta êrişkar" a Amerîka û Îsraîlê ya li hemberî Îranê ye.
"Tengava Hurmizê û aboriya cîhanê di bin metirsiyê de ne"
Beqayî bal kişand ser bandorên cografî yên şer û got:
"Aloziya heyî rasterast bandor li hemû herêmê, ewlehiya Kendava Besrayê, Deryaya Umanê û Tengava Hurmizê kiriye.
Ev rewş encamên gelekî xeternak li ser aboriya cîhanê jî derdixîne holê."
