Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf, peyameke tund ji bo neyarên welatê xwe şand û ragihand ku Îranî amade ne ji bo parastina axa xwe xwînê birjînin.
Mihemed Baqir Qalîbaf got, "Her kesê ku bixwaze were ser mala me, dê rûbirûyî hemû malbata me bibe."
Mihemed Baqir Qalîbaf li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek belav kir û behsa rabirdûya xwe û malbata xwe ya di şer de kir.
Qalîbaf got, "Dema ez 18 salî bûm, min çek hilda û ji bo parastina axa Îranê berê xwe da eniyên şer."
"Hesenê birayê min her tiştê xwe feda kir"
Serokê Parlamentoya Îranê behsa birayê xwe yê hatî kuştin jî kir û wiha li pey çû:
"Hesenê birayê min di heman şerî de her tiştê xwe feda kir û ti carî venegeriya.
Heya niha êşa windakirina wî û hesreta hembêzkirina wî di hundirê min de ye. Ew êş ti carî mirov naterikîne."
Qalîbaf diyar kir ku Îranî ne şerxwaz in lê dema metirsî li ser axa wan hebe hemû dibin leşker.
