Hewlêr (Rûdaw) - Îsraîl bi dijwarî êrişî tesîsên pîşesaziyê yên hilberîna polayê yên Îranê dike.
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu dibêje ku wan zêdetirî ji sedî 70yê hilberîna polayê ya Îranê ji holê rakiriye.
Îranê heta niha ev amar piştrast yan red nekirine lê eger ev rêje rast be, zerereke gelekî mezin gihîştiye aboriya Îranê.
Îranê jî wekî bersiv êrişî çend fabrîkeyên hesin ên li Îsraîlê û çend fabrîkeyên aleminyumê yên li Behreyn û Îmaratê kir.
Êrişên li pîşesaziya polayê
Îsraîlê di hefteya çarem û pêncem a şer de, gelek caran bi tundî tesîsên pîşesaziyê yên Pola Mobarekeyê ya Îsfehanê, Helandina Hesîn a Îsfehanê û Pola Xuzistanê bombebaran kirin.
Ev her sê tesîs stûna pişta pîşesaziya pola û hesin ên Îranê ne.
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu roja înê ragihand, di êrişên wan ên asmanî de wan karîbûye ji sedî 70yê şiyana hilberîna polayê ya Îranê ji holê rakin.
Hikûmet û Wezareta Pîşesaziyê ya Îranê êrişên li wan tesîsna piştrast kirin lê heta niha amarên zerer û ziyanê eşkere nekirine.
Her wiha artêşa Îranê ragihand ku wan wekî tolhildanê, rêzeêrişên mûşekî birine ser baregehên Amerîkayê yên li herêmê û yên li Îsraîlê.
Pîşesaziya polayê armanca sereke ye
Endamê Desteya Serokatiya Parlamentoya Îranê Sedîf Bedrî diyar kir, Amerîka û Îsraîl bi armanca “lêdana li binesaziya sereke ya enerjî û aboriya Îranê û di encamê de bêhîviyekê li cem xelkê çêbikin” êrişî tesîsên pola û hesin dikin.
Li gorî amarên salane, li Îranê her sal di navbera 29 û 32 milyon tonan de pola tê hilberîn.
Encumena Polayê ya Cîhanê destpêka 2026an ragihandibû ku 2025an hilberîna Îranê nêzîkî 32 milyon tonî bû.
Îran di hilberîna polayê de di rêza 10an a cîhanê de ye.
