Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî medyaya Amerîkayê, pîlotekî Amerîkî ku balafira wî li asmanê Îranê hatibû xistin û 48 demjimêran li ser çiyayan asê mabû, bi operasyoneke hevbeş a CIA û hêzên taybet hat rizgarkirin.
Di dema operasyonê de balafireke Amerîkayê ya ku di nav heriyê de asê mabû, ji aliyê hêzên Amerîkayê ve hat teqandin ku nekeve destê Îranê.
Roja Înê balafireke cureyê F-15E Strike Eagle li başûrê rojavayê Îranê hatibû xistin.
Efserekî pilebilind ku efserê pergalên çekan ê wê balafirê bû, bi selametî ji nav axa Îranê hat veguhastin.
Piştî ku balafir hat lêdan, efser li gel pîlot kursiya avêtinê bi kar anî û li herêmeke çiyayî û metirsîdar daket.
Li gorî nûçeya Fox Newsê, leşkerê xwedî tecrube şiyanên xwe yên mayînê bi kar anîne, hilkişiyaye ser girekî bilind û nêzîkî 48 demjimêran di qulika zinarekî de xwe veşartiye.
Efser ji bo diyarkirina cihê xwe, yan amûreke pêwendiyê ya krîptokirî bi kar aniye yan jî bi rêya çirayên taybet cihê xwe ji yekîneyên Amerîkayê re ragihandiye.
CIAyê bi agahiyên nerast Îran xapand
Berî ku hêzên taybet dakevin qadê, CIAyê li nav Îranê operasyoneke "agahiyên nerast" da destpêkirin.
CIAyê ji bo xapandina Supaya Pasdaran a Îranê, hinek agahiyên sexte belav kirin ku tê de dihat gotin "Efser hatiye dîtin û bi wesayîteke bejayî tê veguhastin."
Dema ku yekîneyên Supaya Pasdaran li aliyên şaş li efser digeriyan, CIAyê cihê rast ê efser ê li ser çiyayekî tespît kir û ev agahî li gel Koşka Spî parve kir.
Di operasyona rizgarkirinê de bi sedan leşker û bi dehan balafir beşdar bûn.
Di dema operasyonê de pirsgirêkek derket: Balafireke veguhastinê ya cureyê C-130 Herculesê di nav heriyê de asê ma.
