Hewlêr (Rûdaw) - Li Îranê 2 kesên ku di dema xwenîşandanên li dijî Komara Îslamî ya Îranê de bi tohmeta "hewldana êrişa li depoya çekan a saziyeke leşkerî" hatibûn tawanbarkirin, danê sibehê hatin îdamkirin.
Li gorî nûçeya ajansa nûçeyan a fermî ya Îranê IRNAyê ku agahiyên xwe spartiye meqamên dadweriyê, Mihemed Emîn Bîglerî û Şahîn Wahîdperes bi tohmeta "têkdana saziyeke leşkerî" hatine îdamkirin.
Saziya Dadweriyê ya Îranê di daxuyaniyeke nivîskî de îdia kir ku wan her du ciwanan di dema xwenîşandanên Kanûna Paşîn de li Tehranê derbasî nav baregeha leşkerî ya bi navê "Şehîd Mehmûd Kaweh" bûne.
Di îdianameyê de hatiye îdiakirin ku wan her du ciwanan avahiyên li herêma leşkerî şewitandine.
Her wiha hatiye îdiakirin ku wan hewl daye dest deynin ser depoyeke çekan ku 20 çekên Kalaşnîkov û 1.800 gule tê de bûne.
Dadgeha Şoreşê ya Îranê bi tohmetên "hevkariya rêxistinên neyasayî", "êrişa li saziyên leşkerî" û "xistina metirsiyê ya ewlehiya giştî" cezayê îdamê dabû Mihemed Emîn Bîglerî û Şahîn Wahîdperes.
