Hewlêr (Rûdaw) - Desteya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Îranê û Baregeha Navendî ya Xatemul-Enbiyayê li ser ragihandina agirbestê helwesta xwe eşkere kir.
Wan ragihand ku piştî 40 rojên şer, Amerîka û Îsraîl neçar bûn ku şert û mercên Îranê qebûl bikin û bi paş de vekişin.
Desteya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Îranê û Baregeha Navendî ya Xatemul-Enbiyayê li ser agirbesta navbera Amerîka û Îranê daxuyaniyeke hevbeş belav kir.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku piştî şerekî 12 rojî yê sala 2025an û "têkçûna fîtneya Amerîkî-Siyonîst" a meha Kanûna Paşîn a heman salê, dijminan 28ê Sibata 2026an êrişeke din dabû destpêkirin.
Di wê êrişê de Rêberê Komara Îslamî, hejmarek fermandar û welatî şehîd ketibûn lê hat diyarkirin ku hêzên çekdar ên Îranê yekser bersiveke "xwînî" daye ku li derveyî hêviya dijminan bûye.
Îran: Me kontrola qada şer bi dest xist
Daxuyaniyê amaje bi wê yekê kiriye ku hêzên çekdar ên Îranê (Artêş, Supaya Pasdaran, hêzên ewlehiyê û Besîc) bi piştgiriya gel, “kontrola qada şer ji destê dijmin derxistiye.”
Her wiha hat gotin ku wan ziyanên zêde yên canî û binesaziyê gihandine wan.
