Hewlêr (Rûdaw) - Mesûd Pizîşkiyan êrişên Îsraîlê yên li Libnanê wekî "binpêkirineke eşkere ya agirbestê" bi nav kir û got, "Ev nîşaneyeke metirsîdar a fêlbazî û nepêbendbûnê ye."
Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan li ser dan û standinên bi Amerîkayê re li ser hesabê xwe yê Xê peyamek belav kir.
Mesûd Pizîşkiyan di peyama xwe de diyar kir ku êrişên Îsraîlê yên li Libnanê agirbestê binpê dikin.
Li gorî Mesûd Pizîşkiyan, berdewambûna êrişên Îsraîlê dan û standinan bêwate dike û wî ev yek wekî "fêlbazî û nepêbendbûn" bi nav kir.
Serokkomarê Îranê her wiha gef xwar ku ew dê li hemberî Amerîka û Îsraîlê amade bin û tiliya wan li ser tetikê bimîne.
