Hewlêr (Rûdaw) - Reutersê ragihand ku Rêberê Dînî yê Komara Îslamî ya Îranê Mucteba Xamineyî bi giranî birîndar e û rûyê wî nayê naskirin û dermankirina wî didome.
Sê çavkaniyên nêzîkî Mucteba Xamineyî ji ajansa nûçeyan a Reutersê re axivîn.
Wan li ser rewşa tenduristiya Rêberê Dînî yê nû yê Îranê Mucteba Xamineyî zanyariyên balkêş parve kirin.
Çavkaniyan ragihand ku di êrişa asmanî ya li ser wargeha li navenda Tehranê de rûyê Mucteba Xamineyî birîndar bûye û ew êdî ji rûyê xwe nayê naskirin.
Her wiha ew ji lingên xwe bi giranî birîndar bûye.
Mucteba Xamineyî di roja yekem a şerê Amerîka û Îsraîlê de, ango 28ê Sibatê, di wê êrişa ku bavê wî Elî Xamineyî tê de hatibû kuştin birîndar bûbû.
Di heman êrişê de hevjîna Mucteba Xamineyî û xwişk û birayên hevjîna wî jî hatibûn kuştin.
Piştî ku Xamineyî 8ê Adarê li ser kursiyê Rêberiya Dînî rûnişt, ji wê demê ve ti wêne yan jî vîdeoyên wî nehatiye belavkirin.
Cihê Xamineyî û şiyana wî ya birêvebirina welêt ji bo raya giştî ya Îranê wekî sireke mezin e.
Îdiaya 'Lingekî xwe ji dest daye'
Heta niha rayedarên fermî yên Îranê li ser mijarê ti daxuyanî nedane.
