Hewlêr (Rûdaw) - Rayedarekî bilind ê petrolê yê Îranê ragihand ku piştî êrişên li ser binesaziya enerjiyê xebatên nûjenkirinê didomin.
Îran pêşbînî dike ku di nava mehek an du mehan de piraniya parzûngeh û tesîsên belavkirinê yên ku zerer dîtine sererast bike.
Tê çaverêkirin ku ev tesîs bigihêjin ji sedî 70-80yê kapasîteya xwe ya beriya êrişan.
"Xebatên çakkirinê dest pê kiriye"
Alîkarê Wezîrê Petrolê yê Îranê Mihemed Sadiq Ezîmîfer ji Tora Nûçeyan a Xwendekaran (SNN) re axivî.
Mihemed Sadiq Ezîmîfer diyar kir ku xebatên çakkirinê yên tesîsan dest pê kiriye.
Li gorî nûçeya Reutersê, Ezîmîfer da zanîn ku tê çaverêkirin beşeke Parzûngeha Lavanê di nava 10 rojan de dest bi kar bike.
Wî destnîşan kir ku dê beşên din jî gav bi gav careke din bikevin dewrê.
