Hewlêr (Rûdaw) - Şêwirmendê medyayî yê Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan Elî Esxer Şefiyan diyar kir ku Pakistan ji bo navbeynkariya Tehran û Washingtonê “biçûk” bû.
Elî Esxer Şefiyan ragihand ku tevî ku di dan û standinên Îslamabadê de encameke berçav nehatiye bidestxistin jî, hîn derfeta rêkeftinê ji dest neçûye.
Şêwirmendê Serokkomarê Îranê destnîşan kir ku Pakistan ji bo vê erka giran welatekî "biçûk" bû û divê di qonaxên paşerojê de Çîn yan Rûsya bikevin nav xeta navbeynkariyê.
Şêwirmendê Mesûd Pizîşkiyan bal kişand ser wê yekê ku rûniştina 2 welatên ku nêzîkî nîv sedsal e di nav hevrikiyê de ne û 40 roj in şerekî tund di navbera wan de heye, karekî gelekî dijwar bû.
Şefiyan di berdewamiyê jî de got, "Her aliyekî 10 heta 15 xalên daxwazên xwe pêşkêş kirin, loma ne ecêb e ku di civîna ewil de negihîştin metneke hevpar."
"Çîn yan Rûsya dikarin lihevkirinê pêk bînin"
Elî Esxer Şefiyan bawer dike ku eger Çîn yan Rûsya navbeynkar bûna, wan dikarî wan daxwazên zêde di nav çend xalên lihevkirinê ên navîn de kurt bikin.
Şêwirmendê Serokkomarê Îranê anî zimên ku niha paytext li benda biryara siyasî ya ji bo zelalkirina bersivan in.
