Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Rêxistina Heyva Sor a Îranê ragihand ku di şerê vê dawiyê de, zêdetirî 7 hezar û 200 kes ji aliyê tîmên wan ên hawarçûnê ve ji bin kavilên avahiyan hatine derxistin û rizgarkirin.
Serokê Rêxistina Heyva Sor a Îranê Pîr Husên Kulîvend îro behsa xebat û çalakiyên tîmên hawarçûnê yên saziya xwe kir.
Pîr Husên Kulîvend got ku di nav 40 rojên şerê Amerîka û Îsraîlê yê li dijî Îranê de, wan li seranserî welêt zêdetirî 6 hezar operasyonên lêgerîn û rizgarkirinê pêk anîne.
Pîr Husên Kulîvend diyar kir ku di wan operasyonan de 7 hezar û 215 kes li Tehran û bajarên din ên Îranê ji aliyê tîmên Heyva Sor ve ji bin kavilên avahiyên rûxandî hatine rizgarkirin.
Alîkariya yekem û veguhastina nexweşxaneyan
Li gorî daxuyaniya Kulîvend, di heyama şer de ji bo 10 hezar û 382 birîndaran li cihên êrişî alîkariya yekem hatiye kirin.
