Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarê Giştî yê Baregeha Navendî ya Xatemul Enbiyayê ya Îranê hişyariyeke tund da Amerîkayê û gefa girtina 3 rêyên avî yên cîhanê xwar.
Wî ragihand ku eger Washington dorpêça deryayî ya li ser keştiyên wan bidomîne, Îran dê rê nede ti cure hinarde û hawirdeyên li tevahiya herêmê.
Fermandarê Baregeha Navendî ya Xatemul Enbiyayê ya Îranê Elî Ebdullahî daxuyaniyek belav kir.
Elî Ebdullahî bal kişand ser dorpêça Amerîkayê ya li Kendav û Tengava Hurmizê ya li ser keştî û benderên Îranê.
Wî diyar kir ku eger dorpêç bidome, dê berteka Îranê tund be.
Gefên li dijî Amerîkayê
Elî Ebdullahî hişyarî da Amerîkayê û got, "Amerîkaya destdirêjker û terorîst dixwaze li herêmê dorpêça xwe ya deryayî û karên xwe yên neqanûnî bidomîne.
Ew dixwaze ji bo keştiyên bazirganî û petrolhilgir ên Îranê aloziyê derxîne. Ev karê Amerîkayê dê bibe destpêka binpêkirina agirbestê."
Fermandarê pilebilind ê Îranê gefên bertekeke tund xwarin û got:
"Eger dorpêç bidome, hêzên çekdar ên Îranê dê rê nedin ku ti cure hinarde û hawirde li Kendava Farsê, Deryaya Umanê û Deryaya Sor bidomin."
Fermandarê Baregeha Navendî ya Xatemul Enbiyayê destnîşan kir ku Îran dê ji bo parastina serweriya niştimanî û berjewendiyên xwe bi hêz pêngavan biavêje.
