Hewlêr (Rûdaw) - Supaya Pasdaran diyar kir ku Amerîka pêbendî sozên xwe nebûye, loma Tengava Hurmizê dê di bin kontrola hêzên çekdar ên Îranê de be.
Berdevkê Baregeha Xatemul Enbiyayê ya Îranê Îbrahîm Zulfîqarî got, "Piştî wê rêkeftina ku berê di dan û standinan de hatibû kirin, Komara Îslamî ya Îranê bi niyeteke baş razî bû ku hejmarek keştiyên petrolê û keştiyên bazirganiyê bi awayekî sînordar di Tengava Hurmizê re derbas bibin lê mixabin Amerîkî bi dubarekirina binpêkirina sozên xwe, karên çetetiya deryayî didomînin."
Zulfîqarî got, "Ji ber vê yekê kontrola Tengava Hurmizê vegeriya rewşa xwe ya berê û di bin birêvebirin û kontrola tund a hêzên çekdar de ye."
