Hewlêr (Rûdaw) - Supaya Pasdarên Îranê ragihand ku nûçeyên li ser lidarxistina gera duyem a dan û standinên li Îslamabadê ne rast in.
Supayê destnîşan kir ku "mêtingeriya Amerîkayê" û domandina dorpêça deryayî rê li ber bipêşketina gotûbêjan digirin.
Supaya Pasdaran li ser mijarê daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku daxwazên "neaqilane û nerast" ên Amerîkayê û daxuyaniyên wan ên dijberî hev bûne sedem ku dan û standin bi pêş ve neçin.
"Binpêkirineke eşkere ye"
Supaya Pasdaran daxuyand, ew tiştê ku Amerîka jê re dibêje "dorpêça deryayî" binpêkirineke eşkere ya peymana agirbestê ye.
Her wiha hat gotin, "Di bin siya van gefan de, ji bo dan û standineke berhemdar ti asoya zelal nayê dîtin."
