Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan ragihand ku rayedarên Amerîkayê dixwazin gelê Îranê "xwe radest bike."
Pizîşkiyan her wiha diyar kir ku welatê wî serî li ber ti zextan natewîne.
Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan li ser hesabê xwe yê Xê peyamek belav kir û bertek da siyaseta Washingtonê.
Pizîşkiyan di peyama xwe de got, "Pabendbûna bi sozan, bingeha rast a her gotûbêjê ye lê ew rêbaza neavaker û nakok a ku rayedarên Amerîkayê di van rojên dawiyê de girtiye ber, hilgirê peyameke tehl e."
Serokkomarê Îranê amaje bi wê yekê jî kir ku li Tehranê li hemberî reftarên hikumeta Amerîkayê bêbaweriyeke kûr a dîrokî heye.
Pizîşkiyan anî zimên, "Amerîkayî dixwazin gelê Îranê xwe radest bike lê gelê Îranê serî li ber zordariyê natewîne."
Mercê Qalîbaf ji bo dan û standinan
Ev daxuyaniya tund a Pizîşkiyan di demekê de ye ku rojnameya New York Timesê ya Amerîkayê li ser zarê du berpirsên bilind ên Îranê eşkere kiriye ku Tehran amadekariyê dike da ku roja sêşemê şandeyekê bişîne Îslamabada paytexta Pakistanê.
