Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê Îranê Elîreza Ebasî rakirina pirsa nukleerê ji ser maseya dan û standinan a bi Amerîkayê re pêwîst dibîne.
Elîreza Ebasî her wiha got "Her gotûbêj dê girêdayî qerebûkirina Îranê û naskirina serweriya me ya li ser Tengava Hurmizê be."
Parlamenterê Parlamentoya Îranê Elîreza Ebasî li ser îhtîmala dan û standinên welatê xwe yên bi Amerîkayê re daxuyanî da.
Ebasî got, "Bi liberçavgirtina êrişên dijmin ên li ser dezgehên nukleerê di dema gotûbêjên berê de, divê dosyeya me ya nukleerî bi tevahî ji ser maseya dan û standinan were rakirin."
"Divê aliyê destdirêjkar were diyarkirin"
Li gorî gotina Elîreza Ebasî, eger dan û standinên di navbera Tehran û Washingtonê de bi ser bikevin jî divê ev yek li ser çend xalan be.
Ebasî anî zimên, "Pêwîst e gotûbêj tenê li ser mijarên wekî dayîna qerebûyê ji bo Îranê û naskirina serweriya me ya li Tengava Hurmizê hûr bibin."
Ebasî parlamenterê Îranê bêyî ku amaje bi îhtîmala razîbûna berpirsên welatê xwe ya ji bo gotûbêjan bide, daxwazên xwe zêde kirin.
Ebasî diyar kir ku divê di dan û standinan de aliyê "destdirêjkar" were diyarkirin.
Wî her wiha xwest ku dorpêçên li ser Îranê werin rakirin û samanên wan ên blokekirî werin berdan.
