Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Dadweriyê ya Îranê ragihand ku wan cezayê darvekirinê yê welatiyekî Belûç bi cih aniye.
Ew girtî berê bi tohmeta endamtiya rêxistineke çekdar a Sunî û "têkoşîna çekdarî ya li dijî Komara Îslamî ya Îranê" hatibû desteserkirin.
Ajansa nûçeyan a fermî ya Saziya Dadweriya Îranê (Mîzan), nûçeya îdamkirina girtiyekî Belûç ê bi navê Amir Ramiş belav kir.
Li gorî Mîzanê, ew girtî endamekî çalak ê "Ceyşul-Edl"ê bûye ku rêxistineke çekdar a Sunî ye û li parêzgeha Sîstan û Belûçistanê çalakiyan dike.
Mîzanê diyar kir ku Amir Ramiş di operasyonekê de li devera Pîrsohrabê ya bajarê Çabeharê ve hatiye girtin.
Ji ber "sûcên" wekî têkoşîna çekdarî ya li dijî Komara Îslamî, "çalakiyên xerabkarane û bombekirina rêyan" cezayê darvekirinê lê hatibû birîn.
