Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan ragihand ku welatê wî di dan û standinên berê de rastî êrişên Amerîka û Îsraîlê hatiye.
Pizîşkiyan diyar kir ku îhtîmal heye hewldaneke wiha careke din ducare bibe.
Li gorî Ajansa Nûçeyan a Farsê, Pizîşkiyan û Serokkomarê Belarûsê Aleksandr Lukaşenko bi rêya telefonê axivîn.
“Amerîka û Îsraîlê di dema dan û standinan de êriş kir”
Di hevdîtinê de pêwendiyên her du welatan û mijarên herêmî hatin nirxandin.
Pizîşkiyan got, “Îranê di çarçoveya hesta berpirsyariyê de her tim hewl daye ku nakokiyan bi rêya diyalog û dîplomasiyê çareser bike.”
Lê di dema dan û standinan de Amerîka û Îsraîlê du caran êrişî Îranê kir. Îhtîmal heye ku hewldaneke wiha ducare bibe.”
Serokkomarê Îranê her wiha destnîşan kir ku ev rewş bûye sedem ku baweriya wan a bi Amerîkayê bi temamî ji holê rabe.
