Hewlêr (Rûdaw) - Hat ragihandin ku Îranê ji bo peymaneke ku şerê bi Amerîkayê re bi dawî bike, pêşniyareke nû pêşkêşî birêvebiriya Pakistanê kir ku di navbera her du welatan de navbeynkariyê dike.
IRNAya ajansa fermî ya nûçeyan a Îranê di nûçeya xwe de cih da van gotinan:
"Îranê êvara pêncşemê (30ê Nîsanê) metna pêşniyara dawî ya dan û standinê gihand Pakistanê ku di navbera Îran û Amerîkayê de navbeynkar e."
Di nûçeyê de li ser naveroka pêşniyarê ti hûrgilî nehatine parvekirin.
Îranê hefteya borî jî pêşniyara xwe ya ku mercên ji bo bidawîkirina şer tê de bûn, gihandibû Pakistanê da ku ji Amerîkayê re bişîne.
