Hewlêr (Rûdaw) - Tankereke petrola xav a gelekî mezin a bi navê "HUGE" astengiya dorpêça Amerîkayê derbas kir.
Ev tanker a Şirketa Tankeran a Neteweyî ya Îranê (NITC) ye.
Hat diyarkirin ku tankera Îranê gihîştiye avên Rojhilata Dûr.
Ajansa Nûçeyan a Farsê amarên sefera navneteweyî ya vê tankerê eşkere kirin.
Di tankerê de zêdetirî milyonek û 900 hezar bermîl petrola xav heye.
