Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Parlamentoya Îranê ragihand ku Amerîka bi rêya zextên aborî dixwaze Îranê teslîm bigire.
Qalîbaf her wiha hişyarî da ku îhtîmala êrişên leşkerî û "kiryarên terorîstî" yên li ser Îranê heye.
Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf îro ji gelê xwe re peyameke dengî belav kir.
"Şer derbasî qonaxeke nû bûye"
Qalîbaf di peyama xwe de got, "Şer derbasî qonaxeke nû bûye.
Ez îhtîmala êrişeke leşkerî ya nû, bi taybetî jî ya êrişeke terorîstî dûr nabînim."
Qalîbaf destnîşan kir ku Washington bi rêyên curbicur daxwaza teslîmbûna Tehranê dike û dorpêça deryayî jî yek ji wan rêyan e.
Serokê Parlamentoya Îranê diyar kir ku eger ew di vî şerî de bi ser bikevin dê pêgeha Îranê biguhere û wiha pê de çû:
"Serkeftina dawî dê Îranê di pergala navneteweyî de bike lîstikvanekî serekî û bibandor."
"Divê xelk destgirtî be"
Qalîbaf li ser rewşa navxweyî û krîza darayî jî axivî.
